Ji bo Çîn û Rûsyayê îmtiyaza Kendava Hurmuzê
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Azîzî diyar kir ku Rûsya û Çîn ji bo derbasbûna Kendava Hurmuzê wê ji şertên taybet sûd werbigirin.
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Azîzî diyar kir ku Rûsya û Çîn ji bo derbasbûna Kendava Hurmuzê wê ji şertên taybet sûd werbigirin.
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Azîzî ji Spunik re axivî û got, “Çîn û Rûsya jî di nav de dewletên stratejîk wê têkildarî Kendava Hurmuzê ji şert û mercên destdayî û muameleya taybet, sûd werbigirin.”
Îbrahîm Azîzî di axaftina xwe de ev tişt jî diyar kir: “Di qonaxa heyî ya hevdîtinên şandeyê û îstişareyên navbera Îran û Pakistanê, mijara derxistina uranyuma dewlemendkirî bi ti rengî nayê nirxandin; di ti qonaxa peywendiyên bi Emerîkiyan de ev mijar nayê rojevê.”