Rayedarekî payebilind ê Îranî şeva Yekşemê daxuyaniyek da û hişyarî da ku destwerdaneke gengaz a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li Tengava Hurmuzê dikare encamên cidî bi xwe re bîne.
Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Azîzî li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyanî da û got, "Destwerdaneke Emerîkî ya li pergala nû ya deryayî ya li Tengava Hurmuzê wê weke binpêkirina agirbestê bê dîtin."
Azîzî di peyama xwe de "hişyarî" da pêş û diyar kir ku Tengava Hurmuzê û Kendava Basrayê "Bi parvekirinên Trump ên dûrî ji rastiyê nikare bêne birêvebirin."
LI HURMUZÊ RAGEŞIYA NÛ
Serokê DYE'yê Donald Trump jî beriya niha bi demeke kurt daxuyanî da û diyar kir ku ji bo keştiyên nêzî du meh in li Kendavê asê mane wê operasyoneke eskortiyê bidin destpêkirin. Trump li ser platforma xwe ya Truth Social daxuyanî da û ev gav weke "jesteke mirovî" û "nîşaneya nêta baş" pênase kir. Her wiha ragihand ku personelên keştiyên asê mane ji aliyê xwarinê ve tengav bûne.
Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên DYE'yê wê ji sibeha Duşemê û pê ve bi keştiyên welatên sêyemîn ên ne aliyê şer bûn tevbigere ku bi rengekî ewle ji Tengava Hurmuzê derbas bibin. Hate gotin, operasyona bi navê "Project Freedom" (Projeya Azadiyê) wê bi dema herêmî serê sibehê destpê bike.
Li aliyê din trump heman rojê daxuyaniyeke cuda da û îdîa kir ku hevdîtinên bi Îranê re "gelekî erênî" derbas bûne û ji bo hemû aliyan "Dikare encamên erênî bi xwe re bîne."
Di navbera Îran û DYE'yê de piştî êrişên 40 rojî ku Îsraîl jî di nav de bû, di 8'ê Nîsanê de agirbest hate ragihandin û agirbest hîn jî di meriyetê de ye. Lê belê tê gotin, di navbera aliyan de di muzakereyan de pêşketin çênebûye û rageşî dewam dike.