Iraqê rê da Heşdî Şabî: Erka parastina rewa

Rêveberiya Iraqê erk da Heşdî Şabî û hêzên ewlekariyê ku yekser bersivê bide êrişan.

Li gorî medya Iraqê, Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê rê daye saziyên ewlekariyê û hêzên Heşdî Şabî ku li ser bingeha mafê bersivdan û parastina li xwe, dijî êrişên leşkerî yên ser baregehên wan, kar bikin.

Heman çavkaniyê ragihand ku Encûmena Ewlehiya Neteweyî biryar daye dijî kesên ku tevlî êrişên ser saziyên ewlekariyê, berjewendiyên welatiyan û nûnertiyên dîplomatîk dibin, werin girtin.

Li aliyê din Çarçoveya Hemahengî ya Şîa jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Çarçoveya Hemahengî bi daxuyaniyekê piştgirî da biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyî.

Çavçoveya Hemahengî di daxuyaniya xwe de got; ‘‘Me civîna xwe ya asayî lidarxist, di civînê de serokê Encûmena Bilind ya Dadwerî û serokê Desteya Heşdî Şabî jî amade bûn, di civînê de geşedanên dawî yên li herêm û Iraqê hatin guftugokirin. Çarçoveya Hemahengî êrişên li ser Heşdî Şabî şermezar dike û weke binpêkirinek eşkere ya serweriya Iraqê binav dike. Di heman demê de Çarçoveya Hemahengî piştgiriya biryara Encûmena Ewlehiya Nîştimanî ku rê dide hêzên ewlekariyê parastina xwe bikin, dike.’’

Hêjayî gotinê ye ji roja şerê di navbera Îran û Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ve destpê kirî, Emerîkayê gelek caran hêzên Heşdî Şabî bombebaran kiriye. Herwiha komên çekdar ên nêzî Îranê jî gelek caran êrişî baregehên DYE, konsolxane û Herêma Kurdistanê kirine.

Lê ev biryara dawî ya Iraqê ya ji bo rê dayîna Heşdî Şabî ji bo bersivdanê, dibe ku bi xwere egerên cûda bîne û Iraqê jî raste rast bixe nava şer.