Iraqê êrişên li ser welatên Kendavê û Urdunê şermezar kir

Rêveberiya Bexdayê bertek nîşanî êrişên ku ji axa wê tên kirin da û ragihand ku ew ji bo hevkariya bi welatên herêmê re amade ne.

Hikûmeta Iraqê ragihand ku ew êrişên li ser welatên Kendavê û Urdunê şermezar dikin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku rêveberiya Bexdayê li dijî êrîşên bi vî rengî amade ye ku "bi awayekî berpirsiyar û lez bi hev re bixebite."

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya hevpar a welatên Kendavê û Urdunê hat ku tê de daxwaza rawestandina êrîşên komên alîgirên Îranê yên ji Iraqê dikirin.

Wezaretê careke din dubare kir ku hikûmet her cure êrîşkarî û hedefgirtina li ser welatên Kendavê û Keyaniya Urdunê bi zimanekî tund şermezar dike û peyama hevkariyê ji bo ewlehiya herêmî da.