Iraqê bang li DYE’yê kir ku qada wê hewayî ji bo êrîşan bi kar neyne

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şia el-Sudanî bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kir ku qada Iraqê ya hewayî ji bo êrîşên li ser welatên din bi kar neyne.

Di gel ku şerê bi Îranê re berdewam dike Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şia el-Sudanî bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio re axivî.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hate dayîn, Sudani diyar kiriye ku divê qada hewayî ya Iraqê, xak û avên wê ji bo êrîşa li ser welatên cînar di operasyonên leşkerî de neyên bikaranîn.

Her wiha Sudani anî ziman ku wan her cure hewldanên ku berê Iraqê bidin nava şerî red kirine.

Piştî ku êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kirin, li qada hewayî ya Iraqê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Tê gotin, balafirên şer ên ji herêmê derbas dibin bombeyan li Îranê dibarînin, her wiha fuzeyên ku ji aliyê Tehranê ve têne avêtin jî di ser qada hewayî ya Iraqê re derbas dibin.

Sûdanî di axaftina bi Rubio re bal kişand ser girîngiya parastina serweriya Iraqê û anî ziman ku ti ji aliyên tevlî şer bûne divê qada hewayî ya Iraqê binpê nekin. Rêveberiya Iraqê destnîşan dike ku divê welatê wan li derveyî şerê herêmî bimîne.