Hikûmeta Lubnanê li Beyrûtê qedexe danî ser komên çekdar ên derveyî dewletê

Hikûmeta Lubnanê, piştî êrîşên kujer ên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê, li paytextê hilgirtina çekan ji bo komên çekdar ên ku ne ser bi dewletê ne, qedexe kir.

Kabîneya Lubnanê îro, biryar da ku çek bi hêzên ewlehiyê yên rewa yên li Beyrûtê ve sînordar bike, û artêş û dezgehên ewlehiyê araste kir ku kontrola dewletê li ser paytextê xurt bikin.

Ev biryar piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Beyrût û deverên din hat dayîn. Serokwezîr Newaf Selam di dawiya civîna Kabîneyê ya bi serokatiya Serok Cozêf Ewn de diyar kir ku "ev gav bi aramanca parastina welatiyan e, ewlehî û aramî were misogerkirin."