Li gorî rapora Heranayê, di meha Hezîrana îsal de li Îranê herî kêm 127 kes hatine darvekirin. Her wiha dadgehan cezayê darvekirinê li ser 19 kesên din birî ne û cezayê darvekirina 12 kesan jî hatiye erê kirin. Di raporê de hat gotin ku piranî û beşekî mezin ji van cezayan peywendiya wan bi dozên xwepêşandan û nerazîbûnên vê dawiyê yên gelên Îranê re heye.
Herana radigihîne ku di nav vê mehê de 809 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Li gel vê yekê, 16 caran bangkirina bo dadgehê, 8 dozên dadgehê, 8 caran serdegirtina malan û 698 caran jî destdanîna ser mal û milkên hevwelatiyan hatiye tomarkirin.
Hate gotin ku di heman mehê de, 94 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin. Di nav van binpêkirinan de; 2 mirinên gumanbar di girtîgehan de, 49 caran agahdarnebûna ji çarenûsa girtiyan, 107 dozên nezelal, 29 caran qedexekirina dîtina parêzer û 21 caran jî bêparbûna ji xizmetguzariyên bijîşkî hene. Her wiha 2 girtiyan ji bo nerazîbûna li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.