HRANA: Li Îranê di 24 saetên dawî de 14 sivîl mirin, 6 jî birîndar bûn
HRANA'yê têkildarî êrişên Îsraîl-DYE'yê yên li ser Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 14 sivîl hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
HRANA'yê têkildarî êrişên Îsraîl-DYE'yê yên li ser Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 14 sivîl hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û DYE'yê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 208 êriş pêkanîna ku 4 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn, her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatine kirin.
Di heman raporê de HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar 276 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 205 jê zarok bûn.