HRANA: Li Îran û Rojhilat êrîş bê navber dewam dikin
HRANA’yê têkildarî şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê raporeke 24 saetên dawî weşand.
HRANA’yê têkildarî şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê raporeke 24 saetên dawî weşand.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Emerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 13 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 206 êriş hatin pêkanîn. HRANA diyar kir ku êriş li ser 31 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê hatin kirin.
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê yên 24 saetên borî de herî zêde bajarên wek Tehran, Xozistan, Elbûrz, Buşehr, Esfehan û Tewrêz hatine hedef girtin.
HRANA ragihand ku di êrişan de saziyên xizmetgûzariyê, cihên niştecihbûna welatiyan hatine hedef girtin, ji bilî wan şîrketên dermanan yên li parêzgeha Tehranê, havîngeha Înalî li parêzgeha Tebrizê, rawestgeha keştiyên geştiyarî li bendera Çarkê ya ser bi parêzgeha Hurmuzganê, kargeha alîkariyê li parêzgeha Şîrazê, zanîngeha Şehîd Beheştî li parêzgeha Tehranê, kêlgeha mirîşkan li bajarokê Behbehan ê ser bi parêzgeha Xozistanê û tunela rêya Qeretepe ya li devera Miyane ya ser bi parêzgeha Sine.
Her wiha hate ragihandin ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 244 jê zarok, hezar û 607 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.