HRANA: Di nava rojekê de 24 sivîl hatin kuştin, 88 jî birîndar bûn
HRANA'yê ragihand ku di şerê DYE-Îsraîl û Îranê de di nava rojekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 88 kes jî birîndar bûn.
HRANA'yê ragihand ku di şerê DYE-Îsraîl û Îranê de di nava rojekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 88 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê navbera Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê daxuyaniyek da.
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên bihurî de li ser 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 701 êriş hatin pêkanîn ku 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên bihurî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 88 welatî jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Esfehan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî, Yezid, Zencan, Elbûrz û Tehran hatine pêkanîn.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-DYE'yê heta doh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 551 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku 236 jê zarok bûn.