HRANA: Di nava 24 saetan de 12 sivîl hatin kuştin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di êrişan de 12 sivîl hatin kuştin, 37 jî birîndar bûn.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di êrişan de 12 sivîl hatin kuştin, 37 jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) eşkere kir.
Li gorî vê yekê, li 10 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êriş pêk hatin. 21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û jêrxana eneriya atomî hatin bombekirin.
Her wiha hatiye diyarkirin di encama van êrişan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 37 sivîl jî birîndar bûn. Herî zêde jî êriş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêk hatin.
Li gorî daneyên nefermî, ji dema despêkirina şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê ve heta doh hezar û 455 sivîl hatin kuştin. Ji vê hejmarê 217 jê zarokên temenê wan di bin 18 salî de bû.