Hollandayê wergirtina berhemên ji wargehên Îsraîlê qedexe kir

Hikûmeta Hollandayê wergirtina berhemên ji wargehên neqanûnî yên Îsraîlê yên li ser xaka Fîlîstînê ya dagirkirî ji 22’yê Îlonê û şûnde li welatê xwe qedexe dike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê de hate ragihandin ku berhemên Îsraîlê yên li xaka Fîlîstîna dagirkirî bi rengekî derqanûnî tên hilberandin, wê ji 22’yê Îlonê û şûnde bên qedexekirin.

Îsraîl ji sala 1967’an û vir ve Şerîaya Rojava di bin dagirkeriyê de digire. Li Şerîaya Rojava nêzî 500 hezar Îsraîliyên bûne niştecih û nêzî 3 milyon Fîlîstînî dijîn.

Di Yekîtiya Ewropa de her çendî ku vê mehê gelek welatan piştgirî dabe qedexeya îthalata berhemên Îsraîlê jî, biryareke hevpar nehate dayîn. Îrlanda, Belçîka û Spanyayê jî berê astengiyên xwe yên bazarî yên neteweyî, xistibû meriyetê.

Hat diyarkirin ku ji destpêka şerê li Xezeyê û vir ve, li Şerîaya Rojava ya dagirkirî bûyerên tundiyê zêde bûne.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku êrîşên Îsraîliyan ên li hemberî Fîlîstîniyan her roj diqewimin.