Hinardekirina petrola Iraqê li ser Sûriyeyê destpê kir

Ji bo hinardekirina petrola Iraqê, Sûriye yekem tanker bar kirin.

Li gorî medyaya li Şamê û ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê, veguhestina petrola Iraqê ji nû ve dest pê kiriye. Hilberîna petrola Iraqê ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn bi piranî rawestiyabû. Sînordarkirina veguhestina deryayî ya Îranê li Tengava Hurmizê, ev rewş hîn xirabtir kir. Tesîsên depokirinê tijî bûn û hilberîn qismî hate rawestandin.

Li gorî peymanek nû, veguhestina petrolê bi rêya Sûriyeyê ji nû ve dest pê kiriye. Veguhestaina destpêkê ji Rafineriya Baniyasê tê kirin. Tê plankirin ku bi qasî 500 hezar ton petrol were veguhastin.

Beşek ji petrolê dê li Sûriyeyê ji bo hilberîna elektrîkê were bikar anîn, lê mayî dê bi rêya deryayê were hinardekirin.

Li gorî AFP’ê, tankerên ku plakayên wan Iraqî ne, bi rêya Tartûsê ber bi tesîsên rafineriyê û depokirinê ve diçin.

Aboriya Iraqê bi giranî bi petrolê ve girêdayî ye; bi qasî ji sedî 90’ê dahata budceya neteweyî ji hinardekirina petrolê tê.

Iraq beriya şer rojane nêzî 3.5 mîlyon bermîl petrol hinarde dikir. Di demên dawî de hinardekirinên bi sînor a bi rêya boriya Ceyhanê ku di Herêma Kurdistanê re derbas dibe, ji nû ve destpê kirine.