Hilbijartinên giştî yên Îsraîlê 27'ê Cotmehê ye

Parlamenta Îsraîlê (Knesset) ragihand ku hilbijartinên giştî wê di 27'ê Cotmehê de bêne kirin. Hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîr Binyamin Netanyahu krîtîk tê dîtin.

Şêwirmendê hiqûqê yê Parlamenta Îsraîlê Sagit Afik ragihand ku serdema heyî ya qanûndanîn wê weke plankirî biqede û dema wezîfeyê ya Knessetê neyê kurtkirin.

Li gorî vê yekê, hikumeta koalîsyonê ya heyî wê dema xwe ya wezîfeyê ya çar salan temam bike û hilbijartinên giştî li gorî qanûnê wê di 27'ê Cotmehê de pêk wer.e

NETANYAHU WÊ CAREKE DIN BIBE NAMZET

Binyamin Netanyahu ku Serokwezîrê herî demdirêj ê dîroka Îsraîlê ye, ragihand ku di hilbijartinê de wê jinûve bibe namzet.

Netanyahu yê 76 salî ku doza nelirêtiyê ya li hemberî wî dewam dike, anî ziman ku ew dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve û wezîfeya xwe dewam bike.

LI GORÎ ANKETAN DENGÊ NETANYAHU KÊM DIBE

Li gorî anketên li nava raya giştî piştgiriya ji bo Netanyahu kêm bûye. Lawaziya ewlekariyê ya di dema şer de ku 7'ê Cotmeha 2023'an destpê kir û performansa hikumetê li nava raya giştî mijara rexneyê ye.

Li gorî anketa dawî ya Zanîngeha Îbranî ya Qudsê, rêjeya kesên ku piştgiriyê didin Serokwezîrtiya Netanyahu meha Adarê ji sedî 40,5 bû, meha Hezîranê daketiye ji sedî 29,4. Di heman lêkolînê de piraniya beşdar di wê baweriyê de ne ku Îran ji şerê li Rojhilata Navîn bê avantaj derketiye.

EWLEKARÎ Û SIYASETA NAVXWEYÎ ROJEV E

Tê payin ku mijarên şerê Xezeyê, leşkeriya ji neçarî, mûafiyeta Yahûdiyên Ortodoks ên ûltra ji leşkeriyê, reforma dadgeriyê û doza nelirêtiyê ya li hemberî Netanyahu di kampanya hilbijartinê derkevin pêş.

Netanyahu dewam dawî ji bo avakirin ahikumeteke yekîtiya neteweyî ya hîn berfireh bangê dike. Tê gotin, Serokê Fermandariya Giştî yê berê Gadi Eisenkort hevrikê herî xurt ê Netanyahu ye.