Heyeta Îranê ji bo hevdîtinan ber bi Pakistanê ve bi rê neket
Rêveberiya Tehranê nûçeyên têkildarî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re yên li Pakistanê derewand. Çend saet beriya agirbestê, rewşa nediyar dewam dike.
Rêveberiya Tehranê nûçeyên têkildarî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re yên li Pakistanê derewand. Çend saet beriya agirbestê, rewşa nediyar dewam dike.
Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku ji bo muzakereyên bi DYE'yê re yên li Pakistanê heta niha ti heyet bi rê neketiye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ne heyeta esasî ne jî ya duyemîn a Îranê ji bo çûyîna Îslamabadê bi rê neketiye."
JI BO BIDAWÎBÛNA AGIRBESTÊ KÊM MA
Dema agirbesta navbera Îran û DYE'yê ku 8'ê Nîsanê kete meriyetê kêm ma. Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kiribû ku agirbest wê li gorî dema DYE'yê êvara Çarşemê bi dawî bibe.