Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bang li civaka navneteweyî kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êrişên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êrişên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, derbarê êrişên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistan û baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji despêka şerê Îran û Îsraîl-Emerîkayê ve, bi sedan car bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Herwiha baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên sivîlan ên li Herêma Kurdistanê hatine hedefgirtin. Di êrişa herî dawî de pêşmergeyek Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistanê, Umêd Weysî û du pêşmergeyên Sazmanî Xebatî Kurdistanê yên bi navê Fexredîn Muradî û Iqbal Salihî şehîd bûn.
Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, êrişê rejîma Îranê û komên terorîst ên girêdayî Îranê yên li ser Herêma Kurdistan û cihên sivîlan şermezar dikin. Herwiha em êrişên li ser konsolxane, baregehên siyasî yên welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li dijî êrişên rejîm û milîsan xwedî helwest bin.
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê radigihîne ku Komara Îslamî hewl dide bi qirkirina xwepêşanderên di nava welat de, dîlgirtina xelkê Kurdistan, afirandina qeyran, şer û bê îstiqrariya li dervey welat û desthilatdariya xwe dirêj bike. Lewma divê welat û civaka navnetewî ya cîhanê piştgiriya neteweyên Îran, maf û daxwazên wan ên rewa bike. Herwiha li dijî êrişên komara Îslamî yên ser xelkê sivîl ên li Herêma Kurdistanê û welatên din, rawestin.”