Wezaretê diyar kir ku ev pêvajo parçeyê planeke ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Urdunê ve tê destekkirin û peyman wê hem têkildarî fikarên Sûriyeyê yên ji bo ewlehiyê hem jî yên Îsraîlê baldar be.
Li gorî nûçeya AFP’ê di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “DYE wê bi hikûmeta Sûriyeyê re di nava îstişareyê de têkildarî başûrê Sûriyeyê bi Îsraîlê re li ser peymaneke ewlehiyê bixebite. Ev peyman wê bersivê bide fikarên ewlehiya rewa yên her du aliyan û serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê destnîşan bike.”
Rayedarekî leşkerî yê li Sûriyeyê jî ragihand ku hêzên hikûmetê di çarçoveya operasyoneke beriya du mehan hatî destpêkirin de ji başûrê welêt çekên giran vekişand. Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk ev vekişîn, ji sînorên Îsraîl û Urdunê destpê dike û heya qada “10 kîlometre dûrî başûrê Şamê” digire nav xwe.