Hevdîtina DYE û Îranê ya krîtîk: JD Vance li Pakistanê ye

Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance bi armanca bi dawîkirina şerê Rojhilata Navîn ku ev şeş hefte ne berdewam dike ji bo hevdîtina li gel Îranê derbasî Pakistanê bû. Hevdîtin di atmosfereke bêbaweriya her du aliyan de dest pê dikin.

Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance, ji bo ku ji heyeta Emerîkî re serokatiyê bike çû Îslamabad a paytextê Pakistanê. Nûnerê Taybet Steve Witkoff û zavayê Donald Trump Jared Kushner jî wê beşdarî hevdîtinê bibin. Aliyê Îranê jî wê li gel heyeteke qerebalix beşdarî hevdîtinê bibe.

Aliyan beriya hevdîtinan peyamên tedbîran dan. Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Galîbaf diyar kir ku hevdîtinên beriya niha yên li gel DYE’yê bi sozên ku nehatine girtin encam bûne û bal kişand ser bêbaweriyê.

QONAXA ‘YAN WÊ ÇÊBIBE YAN JÎ ÇÊNABE’

JD Vance hişyarî dan Îranê û got ku ew ê li hemberî hewldanên gîrokirinên yên muhtemel helwesteke tund nîşan bidin û diyar kir ku lê belê dîsa jî ew dixwazin ‘’muzakereyên erênî’’ bi rê ve bibin. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku navbeynkarê sereke ye diyar kir ku bidestxistina agirbesteke mayînde wê zehmet e û pêvajo weke qonaxa ‘’yan wê çêbibe yan jî çênabe’’ pênase kir.

ŞERT Û MERC

Îran, ji bo hevdîtinan dabînkirina agirbesta li Lubnanê û serbestberdana hebûnên hatine sekinandin weke şert û merc nîşan dide. Di vê xalê de lihevkirina her du aliyan berdewam dike û êrîşên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê rageşiya li herêmê zêde dike.