Hevdîtina di navbera Îsraîl û Libnanê de bi dawî bû
Piştî hevdîtinên li Washingtona paytexta DYA’yê di navbera balyozên Îsraîl û Lubnanê de, hat ragihandin ku alî li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine.
Piştî hevdîtinên li Washingtona paytexta DYA’yê di navbera balyozên Îsraîl û Lubnanê de, hat ragihandin ku alî li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine.
Hevdîtina ku li Washingtonê di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de hat lidarxistin, piştî nêzî du saetan bi dawî bû. Têkiliya navborî, wekî yekemîn hevdîtina aştiyê ya rasterast a di navbera her du welatan de ku piştî bi dehan salan pêk tê, ketiye tomaran.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di daxuyaniya roja sêşemê de ragihand ku alî piştî hevdîtina îro ya li Washingtonê, li ser destpêkirina muzakereyên rasterast di dem û cihê ku dê bi hev re biryar bidin de, li hev kirine. Di daxuyaniyê de hêvî hat diyarkirin ku ev hevdîtin dê bibe sedema peymaneke aştiyê.
Şandeyên Îsraîl û Lubnanê bi mazuvaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio li Washingtona paytext hatin bal hev. Rubio di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêvajo ne tenê bi gefên li ser Îsraîlê ve, lê di heman demê de bi pirsgirêkên ku gelê Libnanê pê re rû bi rû ye ve jî girêdayî ye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku Îsraîl, li gel Libnanê pabendbûna xwe ya ji bo xebatên bêçekkirina komên "terorê" yên ne-dewletî û binesaziyên wan piştrast kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Libnanê banga agirbest û tevdîrên ji bo krîza mirovî kiriye, Îsraîlê jî ji bo "çareserkirina pirsgirêkên çaresernebûyî" pabendbûna xwe ya ji bo muzakereyên rasterast aniye ziman.
Li gorî heman ajansê, Balyozê Îsraîl ê li DYA’yê angaşt kir ku hikûmeta Libnanê aniye ziman ku êdî ew ê di bin bandora Hizbullahê de nebin. Derbarê daxuyaniya navborî de ji aliyê rayedarên Lubnanî ve tu piştrastkirin nehat.
Hate ragihandin ku balyoz her wiha aniye ziman ku Îsraîl di warên "ewlehî û sivîl" de bi Libnanê re hevkariyê dike.