Hemasê kuştina fermandarê baska wê ya leşkerî ragihand
Tevgera Hemasê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li Şerîda Xezayê de fermandarê nû yê baska wê ya leşkerî Mihemed Ewdê hate kuştin.
Tevgera Hemasê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li Şerîda Xezayê de fermandarê nû yê baska wê ya leşkerî Mihemed Ewdê hate kuştin.
Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê li ser platforma xwe ya Xˊê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li dijî herêmeke niştecihan a bajarê Xezayê de fermandarê nû yê baska wê ya leşkerî Mihemed Ewdê tevî hevjîn û 2 zarokên wî hatine kuştin.
Duh, artêşa Îsraîlê ku ragihandibû ku wê li Şerîda Xezayê fermandarê nû yê Tûgayên Izedîn El Qesam Mihemed Ewdê ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ye hedef girtiye.