Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Tangsiri jiyana xwe ji dest da. Lê belê nehate eşkerekirin bê êriş çawa û ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Tangsiri ku ji Tebaxa 2018'an û vir ve hêzên deryayî yên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi rê ve dibe, hefteyên dawî bi taybetî têkildarî hebûna leşkerî ya Îranê ya li Kendava Basra û Tengava Hurmuzê û destwerdanêng engaz daxuyaniyên tund dida.
Tangsiri hefteya derbasbûyî di daxuyaniyekê de gotibû, "Lîsteya me ya hedefê nû bûye. Navendên petrolê yên pêwendiya xwe bi DYE'ye re hene, êdî weke baregehên Emerîkî têne dîtin û wê bi hemû hêza pêwîst li wan bê xistin."
DYE'yê jî beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew bêbandorkirina hêza deryayî ya Îranê weke yek ji karên sereke yên leşkerî dibîne.
Tê gotin, ji dema destpêkirina şer û vir ve nêzî 100 keştiyên Îranê hatine îmhakirin.
Rayedarên Îranê têkildarî mriina Tangsiri hîn daxuyaniyeke fermî nedane.