Gelo Îran wê tevlî danûstandinên li Îslamabadê bibe?

Rayedarên Îranî diyar kirin ku wan hîn biryar nedane ku tevlî hevdîtinên aştiyê yên nû yên li Îslamabadê bibin yan na.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî di civîna çapemeniyê ya heftane de got, "Niha, di vê dema ku diaxivim de planeke me ya ji bo tûra pêş a danûstandinan an jî di vê mijarê de biryareke me nîne."

Wezareta Karên Derve ya Îranê "binpêkirinên" agirbestê weke hincet nîşan da û di mijara meşandina rêya dîplomatîk de li cidiyeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pirsî.

Bakeyi got, "DYE ku îdîa dike ew dîplomasiyê sereke dibîne û ji danûstandinê re amade ye, di nava helwestên welê de ye ku ne li gorî cidiyeta pêvajoya dîplomatîk e."

Bakeyi destweserkirina keştiya kargo ya Îranî, dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê û derengxistina agirbesta li Lubnanê weke çalakiyên "binpêkirina eşkere ya agirbestê" pênase kir.