Gefa êrîşa li dijî baregehên DYE’yê
Koma Seraya Ewliya Dem gef xwar ku ew ê tundiya êrîşên li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêde bikin.
Koma Seraya Ewliya Dem gef xwar ku ew ê tundiya êrîşên li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêde bikin.
Koma Seraya Ewliya Dem ku wekî beşek ji Meqawemey Îslamî (Berxwedana Îslamî ya li Iraqê) tê naskirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo êrîşên li ser baregehên Emerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê amade ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em amade ne ku êrîşên xwe yên leşkerî yên li ser baregehên Emerîka yên li Iraq û herêmê bidin destpêkirin. Em ê baregehên artêşa êmerîkayê bi şêwazekî hîn dijwar û bi bandortir bikin hedef.”
Li gorî daxuyaniyê heman komê di dema borî de zêdetirî 200 êrîş pêk anîne. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew dixwazin tama şikestinê bi hêzên biyanî bidin hîskirin, da ku wan neçar bikin bi temamî ji xaka Iraq û tevahiya herêmê derbixin.