Fûad Husen: Kişandina Iraqê ber bi şerekî herêmî ve pir xeter e

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku kêşandina Iraqê bo nav şerê herêmî pir xeternake û dê ji bo welatên din yên herêmê sînorê şer berfireh bike.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad roja Înê bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re bi rêya telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ve hatiye dayîn, her du aliyan li ser pêşketinên dawî yên herêmî, bandora wan li ser ewlehî û aramiya herêmê axivîne.

Her wisa hate gotin ku, Fûad Husên hewldanên hedefgirtina leşkerên Îtalyayê yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê bicîh bûne şermezar kiriye.

Her wisa li gor daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di axaftina bi hempîşeyê xwe yê Îtalî re got ku astengkirina hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hurmizê dikare bibe sedema krîzeke mezin a enerjiyê ku nekarîna hinardekirina petrola Iraqê jî dikare bibe sedema çend krîzên aborî.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê di rûbirûbûna êrişên ku ewlehî û aramiya wê dikin hedef de tekez kir.