Fransa: Ti tişt nikare dagirkeriya demdirêj a Îsraîlê ya li Lubnanê mafdar nîşan bide

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot anî ziman ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Lubnanê û dagirkeriyeke demdirêj a gengaz nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot nerazîbûn nîşanî dewamkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Lubnanê da û got, "Ti tişt nikare dewamiya karên leşkerî yên Îsraîlê û dagirkeriyeke demdirêj a li Lubnanê mafdar nîşan bide."

Barrot ji televîzyona France 2 re axivî û diyar kir ku divê Lubnan nebe qurbanê rageşiya leşkerî û dîplomatîk a berfireh a li herêmê û got, "Nabe ku Lubnan bibe ew alî ku kefaleta peymaneke bêencamkirî ya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bide."

LI WASHINGTONÊ HEVDÎTINÊN KRÎTÎK

Barrot anî ziman ku êvara Duşemê bi Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê re axivî ye. Wezîrê Fransayê diyar kir ku wî gotiye, ew dixwazin hevdîtinên vê hefteyê di navbera hikumetên Îsraîl û Lubnanê de bêne kirin, di nava mercên guncaw de bin.

Hevdîtinên ku li Washingtonê bêne kirin wê bibe tûra muzakereyê ya çaremîn a navbera nûnerên Lubnan û Îsraîlê, yên ji meha Adarê û vir ve. Pêvajo weke parçeyek ji hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkriina şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê tê dîtin.

ÊRIŞ LI GEL AGIRBESTÊ DEWAM DIKIN

Li gel hewldanên agirbestê jî ku ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trump ve hate ragihandin, tê gotin ku di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de li qadê şer dewam dike. Li gel agirbesta ku di 17'ê Nîsanê de hate ragihandin êrişên herdu aliyan her roj dewam dikin.

Artêşa Îsraîlê ji sala 2000'î û vir ve operasyona herî berfireh a bejahî li ser Lubnanê dimeşîne. Îsraîl piştî dagirkeriya 18 salan di sala 2000'î de xwe ji Başûrê Lubnanê vekişandibû.