Erebistana Siûdî li herêma Şamê projeyên avakirinê da destpêkirin

Erebistana Siûdî ji bo rakirina 75 metrekub kavil li Şamê û gundewarê wê, sererastkirina dibistan, nexweşxane û firneyan bi 6.4 milyar dolar xebat dan destpêkirin.

Erebistana Siûdî roja (yekşemê), ji bo rakirina kavilan li Şamê û gundewarê wê, sererastkirina dibistan, nexweşxane û firneyên li tevahî herêman pakêtek projeyên mirovî û geşepêdanê li Sûriyeyê da destpêkirin. Ev hewldan piştî çend hefteyan ji soza wê ya veberhênanên bi zêdetirî 6.4 milyar dolar li Sûriyeyê pêk hat.

Li gorî rêkeftinên, wê zêdetirî 75 metrekub ji kavilên li tevahî rêyan, cihên giştî yên Şamê û gundewarê wê werin rakirin ku tevgera çûn û hatina şêniyan hêsan bibe. 34 dibistanên li Heleb, Idlib û Humsê werin sererastkirin, 17 nexweşxane bi alavên bijîşkî werin amadekirin, nêzî 60 firne, torên kanalîzasyonê û bîrên avê li Şamê werin sererastkirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn kiribû ku lêçûna jinûve tamîrkirina Sûriyeyê zêdetirî 400 milyar dolar e. Di mehên borî de gelek peymanên veberhênanan di navbera Siûdî û Sûriyeyê de hatin ragihandin, wek girêbesta bi 6.4 milyar dolar, peymanek din jî di Tîrmehê de bi şîrketa "beravên Dubey ên cîhanê" re ji bo pêşxistina berava Tartûsê bi 800 milyon dolar pêk hatin.