Endamên IEA’yê rezervên stratejîk ên petrolê vekirin

Welatên endam ên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ji ber pêla bazara petrolê ya ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike çêbûye, rezervên xwe yên stratejîk vekirin.

Di rojên dawî de ji ber şerê li Rojhilata Navîn, bihayên petrolê dîsa zêde bûn. Êrîşên li dora Tengava Hurmuzê û astengiyên li çûn û hatina deryayî li bazarên enerjiyê yên kurewî rê li ber fikaran vekir.

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ragihand ku ji ber nezelalî û pirsgirêkên dabînkirinê yên ku ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn çêbûne, wê 400 milyon bermîl petrol wê ji rezervên awarte yên welatên endam pêşkeşî bazarê bên kirin.

IEA’yê diyar kir ku 32 welatên endam bi yekdengî biryar girtin û ew armanc dikin ku kêmbûna dabînkirina bazarên petrolê sivik bikin.

Wezîra Enerjiyê ya Spanyayê Sara Aagesen berî biryarê diyar kir ku ev mîqdar du qat ji rezervên ku di dema dagirkirina Ukraynayê ya Rûsyayê di sala 2022’an de hatine kirin, zêdetir e. Wê demê welatên endam ên IEA’yê bi tevahî 182 milyon bermîl petrol di du qonaxan de derxistibûn bazarê.

Li gorî daneyên IEA’yê, welatên endam niha xwediyê zêdetirî 1.2 milyar bermîl rezervên stratejîk ên petrolê ne. Her wiha bi qasî 600 milyon bermîl petrol di depoyên şîrketên enerjiyê di bin fermanên hikûmetê de hene.

KRÎZA TENGAVA HURMUZÊ

Yek ji sedemên sereke yên li pişt biryarê krîza ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn li ser Tengava Hurmuzê çêbûye ye. Beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanê di vê rêya teng re derbas dibe.

Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Roland Lescure diyar kir ku ev gav peyamek zelal ji bazarê re dişîne û got, "Her çiqasî Tengava Hurmuzê tavilê neyê vekirin jî, divê em nîşan bidin ku em dikarin bi rêyên din petrolê telafî bikin.”

ELMANYA JI BIKARANÎNA REZERVÊN XWE RE AMADE YE

Her wiha Elmanya ji ber zêdebûna bilez a bihayên enerjiyê, bêyî ku li benda biryara IEA’yê bimîne, amadekariyan dike ku beşek ji rezervên xwe yên stratejîk ên petrolê derxîne bazarê.

DYE JÎ LI SER BIKARANÎNA REZERVÊN XWE DIFIKIRE

Rêveberiya DYE’yê ji bo sînordarkirina zêdebûna bihayên petrolê, îhtîmala bikaranîna rezervên xwe yên stratejîk dinirxîne. Wezîrê Karên Hundir ê DYE’yê Doug Burgum diyar kir ku ji bo exta li ser bazarên enerjiya kûrewî sivik bikin, dikarin rezervan tên dewrê.

Burgum anî ziman ku pirsgirêka heyî ji hilberandina enerjiya kûrewî wêdetir, astengiyên demkî yên di veguhestina petrolê de heye.