Endamê Encûmena Giştî ya Bexdayê hate kuştin
Endamê Encûmena Giştî ya Parêzgeha Bexdayê û Namzetê Tifaqa Serweriyê Sefa Meşhedanî hate kuştin.
Endamê Encûmena Giştî ya Parêzgeha Bexdayê û Namzetê Tifaqa Serweriyê Sefa Meşhedanî hate kuştin.
Li gorî medya Iraqê danê siharê endamê Encûmena Parêzgeha Bexdayê ku di heman demê de ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê namzete jî, li herêma Tarmiye ya Bakurê Bexdayê hatiye kuştin.
Hate gotin ku di wesayîta Sefa Meşhedanî bombeyek ku berê hatibû bicihkirin teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye.
Sefa Meşhedanî namzetê hejmara 26 ya li ser lîsteya Hevpeymana Serwer ku girêdayî Hevpeymana Sinûyane û serokatiya wê Xemîs Xencer dikeye.
Hêjayî gotinê ye biryare di 11’ê Mijdarê de hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk bê.