Endamê berê yê Îstixbarata Îsraîlê: Wê li Sûriyeyê bûyerên cidî biqewimin

Fermandarê berê yê Yekîneya 8200 a Îstixbarata Îsraîlê Hanan Gefen nerazîbûn nîşanî piştgiriya DYE’yê ya ji bo hikûmeta demkî ya Şamê da û got, “Demek nêz dema li Sûriyeyê geşedanên nû qewimîn, wê eşkere bibe ku Barrack di nava şaştiyek mezin de ye.”

Piştgiriya ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dide Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şera, bi taybetî jî bi nûnerê taybet ê DYE’yê Tom Barrack tê rojevê. Fermandarê berê yê Yekîneya 8200 a Îstixbarata Îsraîlê Hanan Gefen hişyarî da.

Geffen beşdarî bernameyeke di İ24News’ê de bû û li gorî nûçeya sîteyê ya di servîsa Erebî de, Geffen got, “Wisa dixuyê ku Tom Barrack wê di senaryoya Sûriyeyê de bibe fîgurek trajîk û li Sûriyeyê wê di demek nêz de bûyerên cidî biqewimin.”

Geffen diyar kir ku Barrack guh nade hişyariyên endamên îstixbaratê yên ku qada Sûriyeyê baş dizanin û got, dema geşedanên nû di demek nêz de qewimîn, wê eşkere bibe ku Barrak di nava şaştiyek mezin de ye.

Gefen têkildarî geşedanên muhtemel, ev nirxand kir:

“Bê guman yan wê li herêmên Kurdan yan jî li herêmên Elewiyan bûyer biqewimin. Bi taybetî li Tartus û herêmên peravê komên radîkal hene. Êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê yên li peravê Tartus û Lazkiyeyê bi bîr bînin; li vir hêzên ku rejîma nû nikare kontrol bike, hene û pevçûn diqewimin. Emerîkî zû yan jî dereng wê bibînin ku ev ne tesaduf e, di vê rejîmê de pirsgirêkek cidî heye. Wê demê dê her tişt bisekine, wê alîkariyên ji bo Sûriyeyê bisekinin û peywendiyên bi rêveberiya nû re bên guhertin. Tişta em îro dibînin tenê peywendiyên dîplomatîk, konferans û ken e; li qadê jî pêşketinek rast nîne.”