Elmanya: DYE û Îran xwe amade dikin ku li Pakistanê hevdîtina yekser bikin
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul ragihand ku DYE û Îran dibe ku di demeke nêz de li Pakistanê yekser hevdîtinan bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul ragihand ku DYE û Îran dibe ku di demeke nêz de li Pakistanê yekser hevdîtinan bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îran xwe amade dikin ku li Pakistanê hevdîtinên yekser bikin.
Wadephul ji radyoya cemaweriyê ya Elman Deutschlandfunk re axivî û diyar kir ku alî niha hevdîtinên neyekser dikin, lê belê hevdîtineke yekser jî êdî di rojevê de ye.
Wadephul got, "Li gorî agahiyên li ber destê me danûstandin neyekser çêbûn û hevdîtinek tê plankirin. Dibe ku ev yek di demeke nêz de li Pakistanê pêk were."
Wezîrê Elman ragihand ku diyar e pozîsyonên destpêkê di ser Pakistanê re bi rengekî nivîskî ji hev re hatine ragihandin.
Wadephul destnîşan kir ku eger pêwîstî pê hebe Elmanya wê karibe tevlî pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re bibe.
Wezîrê Elman bal kişand ser bandora şer a li ser aboriya li Rojhilata Navîn û anî ziman ku zexta li ser buhayê enerjiyê bi taybetî ji bo Elmanyayê cihê fikaran e.