Elmanya bi Îranê re dest bi hevdîtinan dike
Serokwezîr Friedrich Merz daxuyand ku piştî agirbestê pêvajoya dîplomatîk dê dîsa dest pê bike. Merz bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê û destnîşan kir ku ev yek aştiyê dixe metirsiyê.
Serokwezîr Friedrich Merz daxuyand ku piştî agirbestê pêvajoya dîplomatîk dê dîsa dest pê bike. Merz bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê û destnîşan kir ku ev yek aştiyê dixe metirsiyê.
Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de ragihand ku dê bi Îranê re hevdîtinên dîplomatîk dîsa dest pê bikin. Merz diyar kir ku ev gav bi şêwirîna bi DYA’yê û hevalbendên Ewropî re hatiye avêtin.
Tê plankirin ku hevdîtinên ku piştî agirbesta demkî ya di navbera DYA û Îranê de dest pê bikin, bi navbeynkariya nûnerên DYA’yê li Pakistanê werin kirin.
Merz anî ziman ku agirbesta heyî "bi fikar" e; da zanîn ku heta niha pêşî li rageşiyeke mezin hatiye girtin lê metirsî hîn jî berdewam dike. Merz tekez kir ku Elmanya piştgiriyê dide "çareseriya bi rêya muzakereyê".
Serokwezîr Merz behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser Başûrê Libnanê jî kir û hişyarî da ku ev rewş dikare pêvajoya aştiyê xira bike. Merz daxwaza xwe ya ji bo rawestandina êrîşan dubare kir.
Merz eşkere kir ku şeva borî bi Serokê DYA’yê Donald Trump re axiviye û got ku wî rêveberiya Washingtonê teşwîq kiriye da ku muzakereyên bi Îranê re bi cidiyet bidomînin. Her wiha diyar kir ku Elmanya amade ye ji bo dabînkirina ewlehiya çûnûhatina li Tengava Hurmizê bibe alîkar.
Merz destnîşan kir ku mîsyonên navdewletî yên gengaz hewceyî piştgiriya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û parlamentoya Elmanyayê ne, lewma di demeke nêz de divê mirov li benda biryareke şênber nebe.