DYE’yê li binesaziyên sivîl xist, NY jî ‘Hurmuzê’ nîqaş dike

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku li Îranê piştî piran wê santralên elektrîkê jî bên hedefgirtin. Îranê diyar kir ku di êrîşan de sivîl tên hedefgirtin.

Serokê DYE’yê Donald Trump gefên êrîşa li dijî binesaziyên sivîl ên li Îranê zêde kir û got, “Wê pir û piştre santralên elektrîkê jî bên hedefgirtin.”

Trump li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Social daxuyanî da û îdîa kir ku DYE’yê hîna tam dest bi hilweşandina binesaziya li Îranê nekiriye.

ARAKÇÎ: BI HEDEFGIRTINA BINESAZIYÊN SIVÎL GELÊ ÎRANÊ NAYÊ TESLÎMGIRTIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser X’ê daxuyanî da û got, “Bi hedefgirtina binesaziyên sivîl û pirên nehatine temamkirin, gelê Îranê teslîm nabe.”

Arakçî diyar kir ku ev êrîş “zirarê didin îtîbara Emerîkayê” û got, binesaziyên hatine hedefgirtin wê car din bên avakirin.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê Casim el-Budeyvî diyar kir ku Îranê Kendava Hurmuzê girt û nahêle keştiyên bazarê û tankerên petrole derbas bibin. Bang hate kirin ku ji bo bikaranîna hêzê destûr bê dayîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir û got, “biryarên provokatîf” ên li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê têkildarî Hurmuzê bên dayîn, dê krîzê hîn kûrtir bike.

LI KENDAVÊ ÊRÎŞÊN NÛ

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Tehranê roja pêncşemê li Kendavê cihên leşkerî û sanayî yên DYE’yê û tesîsên girêdayî Îsraîlê hedef girt.

LI QUWEYTÊ PARZÛNGEH HATIN HEDEFGIRTIN

Li Quweytê bi balafirên bêmirov êrîşî Parzûngeha Mîna el-Ahmadî hate kirin û di encamê de li gelek unîteyan şewat derket.