DYE'yê cihê baregehên leşkerî xwest, Bexdayê red kir

Li gorî nûçeya malpereke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Iraqê daxwaza DYE'yê ya eşkerekirina cihê baregehên leşkerî red kiriye.

Malpera Alhurra ya li DYE'yê ji devê berpirsyarekî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, agahiyeke leşkerî derbarê cihê baregehên leşkerî yên Iraqê eşkere kir.

Li gorî malperê, berpirsyarekî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihandiye ku wan çend caran ji Bexdayê xwestiye cihê baregehên leşkerî û ewlekarî ên Hikumeta Iraqê ji bo wan diyar bikin, lê Bexda vê daxwaza DYE'yê red kiriye.

Heman çavkaniyê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya DYE'yê gotegotên ku dibêjin, ‘Amerîka êrişî hêzên ewlekarî yên Iraqê dike’, red kiriye.

Hêjayî gotinê ye 26'ê Adara 2026'an li Enbarê di encama êrişek hewayî ya hêzên DYE'yê de, 7 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.