DYE: Me li zêdeyî 7 hezar hedefî xistin, em şer qezenç dikin!

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth anî ziman ku wan heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar hedefî xistine û got, "Em bi ser bikevin."

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Pete Hegseth têkildarî şerê bi Îranê re daxuyaniyek da û got, "Em bi ser dikevin."

Hegseth li Pentagonê di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ji bo bidawîbûna şer "demeke diyarkirî nîne."

LI ZÊDEYÎ 7 HEZAR HEDEFÎ HATE XISTIN

Hegseth ragihand ku DYE'yê heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar hedefî xistiye û got, êrişên dawî yek ji operasyonên herî mezin ên heta niha bû.

Hegseth îdîa kir ku kapasîteya DYE'yê timî xurt dibe, li hemberî vê yekê kapasîteya Îranê lawaz bûye û îdîa kir ku sîstemên parastina hewayî yên Îranê di asteke bilind de hatine bêbandorkirin.

Serokê Fermandariya Giştî ya DYE'yê Orgeneral Dan Caine jî ragihand ku hêzên hewayî yên Emerîkayê li qada hewayî ya Îranê ber bi nuqteyên kûr ve çûye.

Hegseth her wiha diyar kir ku êrişên bi droneyan û fuzeyên balîstîk ên Îranê yên li ser hêzên DYE'yê ji destpêka şer û vir ve di asta ji sedî 90 de kêm bûye.

LI 120 KEŞTIYAN HAT XISTIN

Hegseth ragihand ku herî kêm 120 keştiyên hêzên deryayî yên Îranê xistine û noqî binê avê kirine.

Li aliyê din Wezîrê Xezîneyê yê DYE'yê Scott Bessent jî ragihand ku hin pêkanînên li ser petrola Îranê dikare bêne sistkirin.