Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Pete Hegseth got, dibe desteka ji bo artêşa Lubnanê di rojên pêş de were xurtkirin.
Hegseth diyar kir ku ji xeynî alîkariya malî, ekîpmanên leşkerî, desteka lojîstîkî û bernameyên perwerdeyê jî wê bên dayîn.
Di çarçoveya planê de tê pêşbînîkirin ku leşkerên Lubnanê tevlî bernameyên perwerdeyê yên DYE’yê bibin. Her wiha ji bo desteka Lubnanê, lidar xistina konferanseke navneteweyî jî tê nirxandin.
Ev daxuyanî piştî serdana Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn a di destpêka hefteyê de li Washingtonê pêk anî, hate dayîn.
Avn roja sêşemê bi Serokê DYE’yê Donald Trump re li Qesra Spî civiya. Ev hevdîtin piştî 17 salan weke hevdîtina ewilî ya serokekî dewleta Lubnanê ya bi serokê DYE’yê re hate qeydkirin.
PEYMANA ÎSRAÎL-LUBNANÊ DIKEVE MERIYETÊ
26’ê Hezîranê peymana çarçoveyê ya navbera Lubnan û Îsraîlê, piştî muzakereyên rasterast ên ku piştî bi dehan salan di navbera her du welatan de pêk hatin, hatibû îmzekirin.
Peyman pêşbînî dike ku hêzên Îsraîlê bi rengekî qedemeyî vekişin, li beramberî vê yekê artêşa Lubnanê li herêmên pîlot ên hatine diyarkirin bi cih bibin û binesaziya leşkerî ya Hîzbûllahê li van herêman were rakirin.
Di çarçoveya bicihanîna peymanê de artêşa Lubnanê di destpêka hefteyê de li herêmên Srifa, Frun û Zawtar el-Gharbiye yên li başûrê welêt bi cih bûn.
BÊÇEKKIRINA HÎZBÛLLAHÊ
Pete Hegseth têkildarî pirseke têkildarî bêçekkirina Hîzbûllahê jî diyar kir ku rewşa li Lubnanê tevlîhev e û got, wan garantî kiriye ku ev pêvajo “di demek nêz de bi rengekî erênî pêş bikeve”.