DYE’ê di şeva şeşemîn a operasyonên li dijî Îranê de êrîşên hewayî pêk anî

Artêşa DYE’yê ragihand ku ew di şeva şeşemîn de li dijî Îranê êrîşên hewayî kirin. Li Buşehr, Ahvaz, Bender Ebbas û Girava Qeşmê teqîn çêbûn û artêşa Kuweytê ragihand ku ew di qada hewayî de 32 balafirên bêmirov ên Îranê bêbandor kirine.

Artêşa DYE’yê ragihand ku di şeva şeşemîn a operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de, êrîşên hewayî yên nû kirine.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku armanca êrîşên ku bi saeta Parîsê di 20:00’an de pêk hat, “berdewamkirina qelskirina qabiliyetên leşkerî yên Îranê ye.”

Rayedarên xwecihî yên Îranê ragihandin ku DYE’yê li cihên cuda ên li derdora Tengava Hurmuzê êrîşên hewayî kiriye. Walîtiya Hormozganê diyar kir ku di saetên êvarê de Grava Keşmê çend caran bi mûşekan hatiye xistin. Herêma stratejîk a Bender Ebbas jî hedef hat girtin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya IRNA’yê ragihand ku li bajarên Buşehr, Ahvaz û Bender Ebbas dengê teqînan hatiye.

Wezareta Parastinê ya Kuweytê jî ragihand ku ji sihara Pençşemê ve di sehaya hewayî ya welat de 32 balafirên bêmirov ên Îranê hatine tespîtkirin. Berdevkê Wezaretê Albay Saud Ebdulazîz El-Etwan diyar kir ku hemû balafirên bêmirov hatin bêbandorkirin û di bûyerande windahî çênebûn.