DYA’yê li Enbarê baregeha Heşdî Şebî bombebaran kir

Hate diyarkirin ku DYA’yê li bajarê Enbar ê Iraqê baregehek girêdayî Heşdî Şebî bombebaran kir. Di êrîşê de zirarên madî çêbûn.

Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşdî Şebî ragihand ku Amerîkayê baregeha Foca Yekem a Lîwaya 13ˊemîn a El Tufufê, ku li devera (160) ye, bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşîd Şebî, di encama êrişên Amerîkayê li dijî baregeh wê ya li Enbarê de tenê zirarên madî çêbûn.

Ev pêşdeçûn di demekê de tê ku hejmarek nuqteyên Heşdî Şebî li deverên cuda yên Iraqê tên hedefgirtin, di encamê de zêdetirî 100 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Hemwextî wê jî Amerîka têkildarî dosyaya Heşdî Şebî û komên çekdar ên girêdayî wê zextê li Hikûmeta Iraqê dike.