DYA amadekarî dike ku bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn
Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, Pentagon plan dike ku ji Tûgaya 82’yemîn a Hewayî bi hezaran leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, Pentagon plan dike ku ji Tûgaya 82’yemîn a Hewayî bi hezaran leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.
Hate ragihandin ku DYA amadekariyan dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde bike. Li gorî du çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîne, tê payîn ku Pentagon ji Tûgaya 82’yemîn a bijarte ya Hewayî bi hezaran leşkeran bişîne herêmê.
Wall Street Journalê jî cih da agahiyên heman rengî û diyar kir ku hejmara leşkerên dê bên şandin nêzî 3 hezar kesî ye. Du rayedarên Amerîkî yên ji rojnameyê re axivîne, diyar kirin ku tê payîn fermana nivîskî ya têkildarî vê veguhastinê di demjimêrên pêş de bê weşandin.
Hîn zelal nebûye ku leşker dê li kîjan xalên Rojhilata Navîn bên bicihkirin û dê kengî bigihîjin herêmê.
Ev geşedan piştî nûçeyên 13’ê Adarê hat ku tê de hatibû gotin 5 hezar deryavanên Amerîkî û keştiyeke êrîşê ya amfîbî ber bi herêmê ve hatine şandin.
Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên berê de tekez kiribû ku ew naxwaze leşkerên Amerîkî li Îranê bin, lê belê ev dibetî bi tevahî red nekiribû.