Birîna ku 111 sal in nekewiya ye: Qirkirina Ermeniyan

Dewleta Osmanî ku Ermenî weke sedema têkçûna xwe ya li Şerê Cîhanê yê Yekemîn dît, bi sed hezaran Ermenî qetil kir, yên mayî jî ji warê xwe sirgûn kir, dest danî ser milk û hebûna wan a çandî û bi fermaneke giştî qirkirin pêk anî.

QIRKIRINA ERMENIYAN

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di sedsala 20’an de gelek komkujî ji aliyê desthilatdaran ve hatine kirin. Komkujiya Ermeniyan, komkujiya Holokostê (ya Cihûyan), li Başûrê Kurdistanê komkujiyên li dijî Kurdan Enfal û Kîmyabaran, komkujiyên Bakurê Kurdistanê; Dêrsim, Amed, Agirî, Geliyê Zîlan û Roboskî, komkujiya Kurdên Feylî, fermanên li ser Êzidiyan û bi dehan sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê hêzên dagirker û faşîst ve hatine kirin. Di van komkujiyan de bi hezaran kes bûne qurbanî.

Civaka Ermenî xwedî rabirdûyeke dîrokî ya dirêj in. Dema ku em li dîroka wan a berî û piştî Mesîh dinêrin, tê dîtin ku ew bi piranî ji aliyê dewlet û împaratoriyên dagirker ve hatine birêvebirin. Ew di bin împaratoriyên Romayî, Farisî û Bîzansî de bûn û ji aliyê mîrên vasal ên ku ji hêla wan ve hatine tayînkirin ve dihatin birêvebirin. Her wiha ew ji aliyê dewletên wekî Moxol, Ereb, Selçûkî, Xanedana Memlûk û Împaratoriya Osmanî ve jî hatine dagirkirin. Di tevahiya vê serdema dîrokî de, Ermenî li ser bingeha bacê, desteserkirin û zordariyê di bin desthilatdariya van hêzan de bûn.

Di 24’ê Nîsana 1915’an de Dewleta Osmanî ya Tirk dest bi komkujiya miletê Ermenî kir. 24’ê Nîsanê wek roja jenosîda Ermeniyan tê qebûlkirin.

Di serdema ku şerê 3’emîn didome de, dîsa metirsiya dubarebûna komkujiyan heye. Ji ber ku şerê nûkleerî, feraseta fetihkirina cîhanê û şerê deng û siyasî têne meşandin. Heta niha jî tirsa dubarebûna komkujiyên gelan dewam dike. Komkujiyên li dijî gelên azadîxwaz di rûpelên dîrokê de hîn bi tevahî nehatine nivîsandin. Ji ber ku gel dîsa bi komkujiyan hatibû tirsandin. Gelek êş bi stran, çîrok û helbestên dengbêjiyê hatine gotin û heta roja me hatine.

Yek ji wan komkujiyan jî Komkujiya Ermenî yan Jenosîda gelê Ermenî ye.

JENOSÎD ÇI YE?

Jenosîd, tevahiya kiryar û encamên ku bi mabesta tunekirina komek an komên mirovahiyê ne ku bi nijad, cure, nêrînên siyasî, ol, rewşa civakî an jî her taybetmendiyek din a cuda ji yên din têne cudakirin; ji bo encamê tenê bi tunekirin û kuştinê qezencê dikin.
Raphael Lemkin parêzerekî Cihû yê bi eslê xwe Polonî bû, jiyana xwe ji bo destnîşankirina jenosîdê wekî sûcekî di hiqûqa navneteweyî de feda kir û peyva "jenosîd" afirand. Di sala 1943’an de bi hevberkirina peyva Yewnanî "genos" ku tê wateya "nijad" û peyva Latînî "cide" ku tê wateya "kuştin" peyva "jenosîd" afirand û komkujiya Ermeniyan wekî jenosîd bi van gotinan tîne ser ziman: Ez bi têgeha jenosîdê re têkildar bûm ji ber ku ew gelek caran qewimî. Pêşî ew bi serê Ermeniyan de hat û dû re Hitler kir.

Jenosîda Ermeniyan behsa qirkirina fizîkî ya Ermeniyên Xiristiyan ên ku li Împaratoriya Osmanî ji bihara 1915’an heta payîza 1916’an dijiyan dike. Di sala 1915’an de, nêzîkî 1.5 mîlyon Ermenî li Împaratoriya Osmanî ya pir-etnîkî dijiyan. Di dema qirkirinê de, herî kêm 664,000 û dibe ku heta 1.2 mîlyon kes ji ber komkujî û kuştinên takekesî, kiryara xirab a sîstematîk, rûbirûbûna bi nexweşiyan û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

ENVER PAŞA BINKETINA ŞIKANDINA OSMANIYAN BERAMBERÎ RÛSAN DE ERMENÎ SÛCDAR KIRIN Û FERMANA TUNEKIRINÊ DA

Di encama Şerê Cîhanî yê Yekem de binketina Osmaniyan û Ermenî hatin hincetkirin ku ev jî ji bo jenosîdê bû hincet û dan destpêkirin. Împaratoriya Osmanî di 2’yê Mijdara 1914’an de, li aliyê Hêzên Navendî li dijî Hêzên Antantê ket Şerê Cîhanî yê Yekem, bi vî awayî eniya şer a Rojhilata Navîn vebû. Nakokiyên li Eniya Qefqasyayê, Eniya Îranê û Eniya Çanakkale bandor li hin bajarên ku nifûsa Ermenî lê hebû kir. Berî ku bikeve şer, hikûmeta Komîteya Îttîhat û Terakkî şandeyeke taybet şand Kongreya Ermenî ya Erziromê da ku daxwazên cuda ji Ermeniyan re ragihîne. Di vê kongreyê de, hate xwestin ku dema Eniya Qefqasyayê vebe, Ermeniyên Rûsyayê li dijî artêşa Rûsî serî hildin da ku fetihkirina Başûrê Qefqasyayê ji hêla Osmaniyan ve hêsan bibe.

Di 24’ê Kanûna Pêşîn a 1914’an de, Wezîrê Şer Enver Paşa, plana xwe ya dorpêçkirin û tunekirina Artêşa Qefqasyayê ya Rûsî li Qamûşanê xist meriyetê da ku deverên ku împaratorî di Şerê Osmanî-Rûsî yê 1877-1878’an de winda kiribûn, bi dest bixe. Lê belê, hêzên Osmanî di şer de hatin şikandin û hema hema bi tevahî hatin tunekirin. Piştî vegera xwe ya Stenbolê, Enver Paşa Ermenî sûcdar kir û ragihand ku şer ji ber ku Ermeniyên li herêmê li aliyê Rûsan bûn winda bûye.

KOMKUJIYA DI BIN KONTROLA ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ DE DIHAT PÊKANÎN Û ARMANCA WAN EV BÛ KU TIRKÊN MISILMAN LI ANATOLYA NAVÎN Û ROJHILAT XURT BIKIN

Desthilatdarên Osmanî, bi piştgiriya leşkerên alîkar û carinan jî sivîlan, piraniya wehşet û kuştinên girseyî pêk anîn. Hikûmeta Osmanî, di bin kontrola Komîteya Îttîhat û Terakkî (CUP  ku wekî Tirkên Ciwan jî têne zanîn), armanc kir ku bi tunekirina hebûna girîng a Ermeniyan li herêmê, desthilatdariya Tirkên Misilman li Anatolya Navîn û Rojhilat xurt bike.

Di 24’ê Nîsana 1915’an de, 250 rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenî ji aliyê Teşkilat-i Mahsusa ve bi zorê ji malên xwe hatin derxistin û paşê hatin sirgûnkirin û kuştin. Ev dîrok destpêka Qirkirina Ermeniyan nîşan dide. Gelê Ermenî ji welatê xwe, ku bi hezaran salan lê dijiyan, hatin derxistin û bi piranî hatin qirkirin. Anatolya ji Xiristiyaniyê hate pakkirin. Di encama qirkirinê de, milk û avahiyên çandî bi fermaneke giştî hatin guhertin. Kuştina kesên pêşîn ên hatine girtin, bê guman biryarek ji aliyê rayedarên Osmanî ve hatibû girtin û bi awayekî sîstematîk hatibû kirin.

Di dîrokê de gelek şer û komkujî pêk hatine, lê ya ku herî zêde rûbirûyî êş û tundiyê mane jin û zarok in. Jinên Ermenî jî dema komkujî pêk tê, ji bo ku nekevin destê efserên Tirk ên Osmanî, berxwedaniyek mezin didin meşandin û teslîmiyetê qebûl nakin.

Di bûyerên 1915’an de, bi hinceta ku civaka Ermenî wê serî hilde, bi sed hezaran Ermenî ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin û şandin herêmên bêber ên çolên Sûriyeyê. Jin û zarokên ciwan bi zorê hatin revandin û hejmara rastîn tê texmînkirin ku ji 200,000’î zêdetir e. Gelek jin û zarok ji bajar û gundên xwe hatin revandin. Di vê demê de, hin Misilmanên cîran hatin ba wan û pêşniyar kirin ku wan veşêrin. Di nav panîkê de, zarokên bêkes tavilê hatin revandin û keçên ciwan bi zorê hatin birin; ji aliyê efserên Tirk ve keçên kesayetên pêşeng ên bajêr hatin revandin.

Gelek jinên Ermenî yên Rihayê li şûna ku bikevin destê dijmin û teslîm bibin, vexwarina jehrê pejirandin. Li gelek herêman de, li şûna ku teslîm bibin, dayikan malên xwe ligel keç û zarokên xwe dişewitandin.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ GELÊ ERMENÎ JI BO BIBIN BERSIV BERAMBERÎ KOMKUJÎ Û TUNEKIRINÊ HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ AVA KIRIN Û RÊXISTINÊN XWE XURTIR KIRIN

Bi Şoreşa Rojava re gelek netewe û civak ji bo parastina mafê hebûna xwe ketin nav tevgerê; yek ji wan jî avakirina hêzên leşkerî ya Tabûra Ermenî bû. Armanc ev bû ku gelê Ermenî yê ku di dema qirkirinê de rastî komkujî û sirgûnan hatine, ji bo xurtkirina şoreşa li Rojava û parastina Rojava li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û bi taybetî DAIŞ’ê, li ser bingeha wê ramanê ku "heke artêşek wan tune be, gel tiştek nayne", yekîneyeke dilnizm ava kirine da ku gelê Ermenî û hemû gelên Rojava biparêzin.

Li Til Temir a Rojavayê Kurdistanê, di 24’ê Nîsanê de di 104’emîn salvegera bûyerên 1915’an de, damezrandina tabûreke Ermenî bi navê "Tabûra Ermenî ya Nubar Ozanyan" hate ragihandin. Meclîsa Civakî ya Ermeniyan li Rojava  avahiyek xweser e ku ji bo vejandina mîrata Ermeniyan li herêmê û parastina çand û ziman hatiye damezrandin. Ev meclîs, ku di nav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, xebatan dimeşîne ku hem Ermeniyên Xiristiyan û hem jî yên Îslamî dihewîne. Ji nû de zindîkirina çanda Ermenî û xebatên jinan têne meşandin. Meclîs armanc dike ku bi mîrata qirkirinê re rûbirû bimîne û hebûna Ermeniyan li herêmê xurt bike.

AVAKIRINA PARTIYA YEKÎTIYA ERMENIYAN

Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê Kanûna 2025’an de bi konferansekê damezrandina Partiya Yekîtiya Ermeniyan ragihandin. Armancên pêşerojê yên partiyê weha ne: Nûnertiya Ermeniyan di Sûriyeya nû de, xurtkirina hevkariya di navbera Ermeniyan û hemû olan de, û têkiliyên bi hêzên demokratîk ên li herêmê re. Xebat ji bo ji nû ve avakirina nasnameya neteweyî û çandî ya Ermeniyan, avakirina pirên ragihandinê bi partiyên Ermenî yên li derveyî welat re, têkilî bi saziyên navneteweyî yên ku bi parastina kêmneteweyan re eleqedar dibin û avakirina têkiliyên hevseng bi welatên herêmî û navneteweyî re daku xizmeta aramiya Sûriyeyê bike.

NASKIRIN Û BI FERMÎ QEBÛLKIRINA "QIRKIRINA ERMENIYAN" YEKEM CAR DI 1965’AN DE HAT NASKIRIN

Zêdetirî 30 welatan bûyerên 1915’an wekî "Qirkirina Ermeniyan" nas dikin an jî bi fermî qebûl dikin. Di nav van welatan de Uruguay (welatê yekem, 1965), Almanya, Fransa, Rûsya, Kanada, Îtalya, Awistirya, Belçîka, Yewnanistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di asta serokatiyê de derdikevin pêş. Her wiha welatên wekî Lubnan, Brezîlya, Arjentîn, Şîlî, Paraguay, Bolîvya, Wenezuela, Vatîkan û Sûriye jî hene. Ev naskirin bi gelemperî bi rêya biryarên parlamenî an daxuyaniyên serokên dewletan tê kirin.

KOMARA TIRKIYEYÊ QIRKIRINA LI SER CIVAKA ERMENÎ RUXMÎ KU BI DESTÊ WAN HATIYE KIRIN JÎ NAS NAKE

Komara Tirkiyeyê  bûyerên sala 1915’an ên di dema Împaratoriya Osmanî de wekî "qirkirin" nas nake. Helwesta fermî ya Tirkiyeyê li ser vê mijarê wiha ye: Sirgûnkirina Ermeniyan di sala 1915’an de wekî "tevdîreke ewlehiyê" tê dîtin ku li dijî çeteyên Ermenî yên ku bi artêşa Rûsyayê re hevkariyê dikirin û êrîşî artêşa Osmanî dikirin, hatiye girtin. Tirkiye bûyeran ne wekî "qirkirin", lê wekî trajediyek an jî serdemek "qirkirina hevbeş" ku di şert û mercên şer de ji her du aliyan ve windahî çêbûne, binav dike. Ji ber vê yekê, di gotûbêjên fermî yên li Tirkiyeyê de, li şûna peyva "jenosîd", bi gelemperî gotinên "bûyerên 1915’an" an "îdiayên qaşo qirkirinê" têne bikaranîn.