Di xeta Îran-DYE'yê de rewşa nediyar mezin dibe

Hevdîtinên navbera Tehran û Washingtonê ku bi navbeynkariya Pakistanê têne kirin, demeke kurt beriya bidawîbûna agirbestê ber bi rewşeke nediyar ve çû. Tengava Hurmuzê careke din di krîzê de ye, gefên herdu aliyan dewam dikin.

Agirbesta 2 hefteyan wê 22'ê Nîsanê bi dawî bibe. Lê belê tûra muzakereyan a nû ya navbera Îran û DYE'yê ku tê plankirin li Pakistanê bê kirin, hîn jî di rewşeke nediyar de ye. Rêveberiya Tehranê di asta heyî de tevlîbûna li hevdîtinan piştrast nekiriye. Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dest danî ser keştiyekê, pêvajo hîn bêhtir tevlîhev bû.

Aliyan beriya du hefteyan bi navbeynkariya Pakistanê li ser agirbesteke demkî li hev kiribûn. Lê belê bûyerên li qadê û bêbaweriya li hev a aliyan paşeroja pêvajoya dîplomatîk dike mijara nîqaşê.

TRUMP: DERXISTINA ÛRANYÛMÊ WÊ DEMDIRÊJ Û ZEHMET BE

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser kapasîteya nukleerê ya Îranê daxuyanî da û ragihand ku jiholêrakirina stoka ûranyûmê ya dewlemendkirî ya welêt wê pêvajoyeke "demdirêj û zehmet" be.

Trump îdîa kir ku êrişên ku navê "Operasyona Çakûça Nîvê Şevê" lê kirin, tesîsên nukleerê yên li Îranê bi temamî tine kirin, lê belê li gel vê yekê jî xwegihandina li bermahiyên ûranyûmê wê demekê dewam bike. Serokê DYE'yê tim û tim gotina "toza nukleerê" bi kar tîne û balê dikişîne ser stoka ûranyûmê ya Îranê.

TEHRAN: EM Ê BI QERTÊN NÛ BILÎZIN

Ji eniya Îranê jî peyamên hişt hate dayin. Serokê Meclîsa Îranê Mûhammed Bakir Galîbaf diyar kir ku eger şer jinûve destpê bike welatê wî "Wê li qadê bi qertên nû bilîze."

Galîbaf destnîşan kir ku Îran di bin gefê de wê muzakereyê neke û got, di nava du hefteyên dawî de amadekariyên leşkerî hatine zêdekirin. Vê daxuyaniyê fikar zêde kir ku eger agirbest bi dawî bibe wê şer jinûve mezin bibe.

TENGAVA HURMUZÊ CAREKE DIN KETE REWŞEKE KRÎZÊ

Tengava Hurmuzê ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanê gelekî girîng û krîtîk e, gihîştiye wê astê ku di pratîkê de bi temamî bê girtin. Li gel daxuyaniya "Jinûve vebû" ya DYE'yê jî trafîka deryayê gihîşt asta rawestînê.

Ji tengava ku beriya şer rojane zêdeyî 100 keştî derbas dibûn, rojên dawî tenê çend keştî karîbûn jê derbas bibin. Îran dixwaze dorpêça aborî ya DYE'yê bê rakirin û kontrola xwe ya li ser tengavê jî weke xaleke girîng a bazariyê bi kar tîne.

DYE: HETA KU LIHEVKIRIN NEBE DORPÊÇ RANABE

Rêveberiya Trump diyar dike ku ew bi biryar e zexta aborî ya li ser Îranê dewam bike. Serokê DYE'yê ragihand ku dorpêça li ser bendergehên Îranê tenê bi peymanekê dikare bê rakirin.

Trump îdîa kir ku pêkanînan bi qasî 500 milyon dolar rojane zerarê dide aboriya Îranê û got, nikare bi demdirêjî xwe li vê yekê rabigire.