Di şerê Îsraîl/DYE û Îranê de gefxwarin dom kir

Di roja 38’an a şerê Îsraîl/Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de gef û êrîş dewam kirin.

Şer 28’ê Sibatê bi êrîşa Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê re destpê kir û piştre êrîş belavî welatên herêmê jî bûn. Şer di roja 38’an de dewam dike. Welatan gef li hevdû xwarin ku binesaziyên sivîl hedef bigirin û kendavan bigirin.

TRUMP: EGER HÛN HURMUZÊ VENEKIN, HÛN Ê BIKEVIN DOJEHÊ

Serokê DYE’yê ji bo vekirina Kendava Hurmuzê gefên xwe yên li ser Îranê didomîne. Trump ji bo vekirina kendavê wextên diyarkirî da Îranê û diyar kir ku ji bo vekirina kendavê ji îro (6’ê Nîsan) û şûnde, car din wexteke 48 saetî daye. Trump ev gef jî xwar: “Roja Sêşemê li Îranê wê hem bibe Roja Santrala Elektrîkê hem jî bibe Roja Pirê. Tişta mîna vê nehatiye dîtin. Yan hûn ê bikevin dojehê. Spas ji Xwedê re.”

Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê jî nerazîbûn nîşanî gefên Trump ên ji bo santralên elektrîkê û pirê, da.

ÎRAN: EM Ê BABU’L MENDEB JÎ BIGIRIN

Şêwirmendê Lîderê Îranê Ayetullah Mucteba Hamaney, Alî Ekber Velayetî diyar kir ku eger Trump gefên xwe yên ji bo êrîşkirina binesaziya enerjiyê pêk bîne, ew ê Kendava Babu’l Mendeb jî bigirin.

ÎRAN JI BO KENDAVA HURMUZÊ ‘TAZMÎNATA ŞER’ DIXWAZE

Alîkarê Berpirsyarê Ragihandina Ofîsa Serokkomarê Îranê, Seyyed Mehdî Tabatabay ragihand ku Îran encex dema tazmînata zirarên şer wergirt, wê hingê Kendava Hurmuzê veke.

Li aliyê din Mûhafizên Şoreşê yên Îranê daxuyanî da û got, “Kendava Hurmuz êdî ti carî mîna berê nabe, bi taybetî jî ji bo DYE û Îsraîlê.”

LI HERÊMA KURDISTANÊ JÎ ÊRÎŞ DIDOMIN

Yek ji navendên din ên êrîşan, Iraq û xaka Herêma Kurdistanê ye. Komên çekdar ên Îranê yên li vir rastî êrîşên DYE’yê, baregeh û navendên DYE’yê yên li herêmê jî rastî êrîşên Îranê tên. Baregehên partiyên ji Rojhilatê Kurdistanê jî tên hedefgirtin.

Duh bi şev li Hewlêr û Koyeyê nêzî 10 êrîş pêk hatin. Li Taxa Bextiyar a Silêmaniyê jî gelek êrîş pêk hatin.

HRANA: 6 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), di nava 24 saetên dawî de li 11 bajarên Îran û Rojhilat 168 êrîş pêk hatin.

Di raporê de hate ragihandin ku di êrîşên li ser Îsfahan, Huzistan, Tehran, Buşehr, Fars û Hurmuzgan de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û welatiyek birîndar bû.

Her wiha hate diyarkirin ku ji destpêka şer û vir ve 244 jê zarok, hezar û 616 kesan jiyana xwe ji dest dan.