Axios a ku navenda wê girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, nûçeya xwe sparte 3 çavkaniyan. Li gorî nûçeyê Donald Trump roja duşemê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re axiviye û nerazîbûneke tund nîşan daye.
Li gorî nûçeyê Trump hişyarî da ku êrîşeke berfireh a li ser Beyrûtê wê Îsraîlê hîn tenêtir bihêle û ji Netanyahu re got, “Tu bi temamî dîn bûyî.” Her wiha hat îdîakirin ku Trump bi gotina “tu hewl didî çi bikî?” nerazîbûn nîşanî gavên leşkerî yên lîderê Îsraîlê da.
HEWLDANÊN AGIRBESTÊ
Trump li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Social daxuyanî da û hevdîtina bi Netanyahu re piştrast kir. Trump diyar kir ku wî ji Netanyahu xwestiye ku dest ji êrîşa mezin a li ser Beyrûtê berde û îdîa kir ku aliyê Îsraîlê bi erênî bersiva vê daxwazê daye.
Serokê DYE’yê her wiha got, wî bi nûnerên Hîzbûllahê re jî peywendî çêkiriye û bang li aliyan kiriye ku êrîşan rawestînin. Trump destnîşan kir ku her du aliyan jî di prensîba têkildarî agirbestê de li hev kir û got, “Ez hêvî dikim vê carê mayînde be.”
LUBNAN: HÎZBÛLLAHÊ PÊŞNIYARA EMERÎKA QEBÛL KIR
Balyozxaneya Washington a Lubnanê daxuyanî da û ragihand ku Hîzbûllahê pêşniyara DYE’yê ya ji bo rawestandina êrîşan, qebûl kir.
Li gorî daxuyaniyê, tê pêşbînîkirin ku eger Hîzbûllah êrîşên li ser Îsraîlê rawestîne, Îsraîl jî wê bombebarana li ser banliyoyên başûr ên Beyrûtê rawestîne. Tê armanckirin ku agirbest piştre bi rengekî ku hemû xaka Lubnanê bigire nav xwe, were berfirehkirin.
NETANYAHU: OPERASYON WÊ BIDOMIN
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî piştî hevdîtina bi Trump re daxuyanî da û got, eger Hîzbûllah êrîşên xwe bidomîne, Îsraîl jî wê êrîşên li ser Beyrûtê bidomîne.
Netanyahu got, “Hîzbûllah eger dest ji êrîşên li ser bajarên me û welatiyên me neberde, Îsraîl jî wê êrîşên li ser cihên terorê yên li Beyrûtê bidomîne.” Netanyahu ev tişt jî got, artêşa Îsraîlê wê operasyonên li Başûrê Lubnanê bidomîne.
LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ ÊRÎŞ DIDOMIN
Tevî peywendiyên dîplomatîk jî, artêşa Îsraîlê roja duşemê êrîşî gelek herêmên li Başûrê Lubnanê kir. Li herêmên Bint Cbeyl, Sur, Nebatiye, Sayda û Cezzin gelek cihên niştecihiyê hatin hedefgirtin û bi balafirên bêmirov gelek êrîş pêk hatin.
Li aliyê din Parlamenterê Hîzbûllahê, Hasan Fadlallah diyar kir ku agirbesteke berfireh wê bike ku hêzên Îsraîlê ji xaka Lubnanê vekişin û ragihand ku tevger piştgirî dide agirbesteke tam a ku li seranserî welêt bikeve meriyetê.