Di navbera Lubnan û Îsraîlê de gereke nû tê lidarxistin
Wezareta Derve ya Emerîkayê diyar kir ku di navbera Lubnanê û Îsraîlê de bi amadebûna nûnerên ji her du aliyan gereke nû tê lidarxistin.
Wezareta Derve ya Emerîkayê diyar kir ku di navbera Lubnanê û Îsraîlê de bi amadebûna nûnerên ji her du aliyan gereke nû tê lidarxistin.
Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) da zanîn ku îro li Washingtonê gereke nû ya danûstandinan di navbera Lubnan û Îsraîlê de tê kirin. Nûnerên Lubnanê li ser encamên danûstandinan geşbîn in, di heman demê de êrişên hewayî yên Îsraîlê tevî daxuyaniya "peymana agirbestê" ya Serokê DYAˊyê Donald Trump berdewam dikin.
Nûnerê Serokomariya Lubnanê Balyoz Sîmon Kerem, Balyoza Lubnanî li DYAˊyê Nada Hemade Moewad, Cîgirê Konsul Wîsam Butrus û Ataşeyê Leşkerî Oliver Hakmiya Lubnanê temsîl dikin beşdarî gera nû bûne.
Ji aliyê Îsraîlê ve jî, Balyoz Yachel Leiter, Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Yossi Draznin, Serokê Daîreya Plankirinê ya Artêşa Îsraîlê Amichai Levin û Ataşeyê Leşkerî li Balyozxaneya Îsraîlê Eric Ben-Dov beşdar in.
Berî destpêkirina danûstandinan, ku biryar e du rojan bidomin, ji Balyoza Lubnanê hat pirsîn gelo ew li ser encamên danûstandinan geşbîn e, bersiva balyoz erênî bû.