Di navbera Îran û DYE'yê de hevdîtinên teknîkî destpê dikin
Swîsreyê ragihand ku di çarçoveya hevdîtinên Îran û DYE'yê de yên ji bo bidawîrkirina şerê Rojhilata Navîn, danûstandinên teknîkî wê tavilê destpê bikin.
Swîsreyê ragihand ku di çarçoveya hevdîtinên Îran û DYE'yê de yên ji bo bidawîrkirina şerê Rojhilata Navîn, danûstandinên teknîkî wê tavilê destpê bikin.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê diyar kir ku piştî hevdîtina payebilind a navbera heyetên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya roja Yekşemê, danûstandinên teknîkî wê yekser destpê bikin.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, nexşerêyeke ji bo xwegihandina peymana dawî ya 60 rojî ya aliyan bûye cihê kêfxweşiyê û hate ragihandin ku vê mutabaqatê ji bo destpêkirina hevdîtinên teknîkî zemîna pêwîst ava kiriye.
HEYETA ÎRANÊ VEGERIYA TEHRANÊ
Li gorî medya dewletê ya Îranê heyeta Îranê ya ji Serokê Parlamentê Mûhammed Bakir Ghalîbaf û Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî piştî hevdîtina 18 saetan w li Swîsreyê vegeriya Tehranê.
Ajansa nûçeya a fermî ya Îranê (IRNA) diayr kir ku piştî hevdîtinên bi navbeynkariya Pakistan û Qatarê danûstandinên di asta teknîkî de wê vê hefteyê li Swîsreyê dewam bike.
DI MIJARA NUKLEERÊ DE TENÊ PÊŞHEVDÎTIN HATE KIRIN
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî anî ziman ku di hevdîtinan de li ser mijara bernameya nukleerî tenê hevdîtineke kurt hate kirin, lê belê danûstandinên berfireh hîn destpê nekiriye.
JI BO LUBNANÊ MEKANÎZMAYA ŞOPANDINÊ
Çavkaniyên Îranî diyar kirin ku di hevdîtinan de ji mayindebûna agirbesta li Lubnanê gavên pêwîst hatin nirxandin. Li gorî vê yekê ji bo bicihanîna agirbestê û astengkirina binpêkirinên gengaz biryar hate dayin ku Îran jî di nav de "Yekîneyeke Kontrolkirina Şer" bê avakirin.