Di nava 3 rojên dawî de 174 kes hatin binçavkirin
Di nava sê rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 174 kes hatin binçavkirin.
Di nava sê rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 174 kes hatin binçavkirin.
Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di nava 3 rojên dawî de li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bêyî biryara dadgehê 174 kes ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku ew welatî bi hinceta belavkirina nûçeyên ne rast yên girêdayî cihên têne bombebarankirin, hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye li gorî Rêxistinên Mafê Mirovan ên Îranê, ji destpêka şerê di navbera Îran û Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve, bi hezaran kes hatine binçavkirin.