Li gorî nûçeyan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re ragihandiye ku, bi şertê rêzgirtina li berjewendiyên neteweyî yên Îranê, ew amade ne ji bo "aştiya herêmî ya mayînde" li hev bikin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Pezeşkiyan bikaranîna baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li welatên Kendavê li dijî Îranê şermezar kir. Tevî vê yekê, Pezeşkiyan welatên herêmê wekî "birayên xwe" bi nav kir û destnîşan kir ku divê pergaleke ewlehiya herêmî ya ku hêzên biyanî tê de nîn in, bê avakirin.
Li aliyê din, artêşa Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê "di bin kontrolê de ye" û destûrê didin derbasbûna keştiyên sivîl.
Di daxuyaniyê de her wiha hat tekez kirin ku nêzîkbûna keştiyên leşkerî ji bo Tengava Hurmuzê wekî "binpêkirina agirbestê" tê hesibandin û wê bi rengekî "tund û bi biryar" bersiv bê dayîn.