Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de zêdetirî 300 kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên dawî de herî kêm 303 kes jiyana xwe ji desr dane û zêdetirî 1150 kes birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku roja Çarşemê li seranserê Lubnanê pêk hatin de zêdetirî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di êrîşan de herî kêm 303 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 1150 kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li gorî daneyên destpêkê, di êrîşên hewayî yên ku ji aliyê Îsraîlê dijmin ve hatine kirin de 303 şehîd û 1150 birîndar hene."

Wezaretê destnîşan kir ku di pevçûnên ji 2’yê Adarê û vir ve di navbera Hizbullah û Îsraîlê de qewimîne de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi tevahî gihîştiye hezar û 888’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 92’an.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, ji bo tespîtkirina cenazeyên anîne nexweşxaneyan testa DNA tê kirin û hişyarî hat dayîn ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Piştî pêla êrîşên Îsraîlê yên wekî "mînaka wê nahetiye dîtin” tên pênasekirin li seranserê Lubnanê şîna neteweyî hat ragihandin.