Di êrîşa ser Tehranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan
Di roja 21’emîn a şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, du jinên Kurd di bombebarana Tehranê de jiyana xwe ji dest dan.
Di roja 21’emîn a şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, du jinên Kurd di bombebarana Tehranê de jiyana xwe ji dest dan.
Di roja 21’emîn a şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya ROJNEWS ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî, Berîvan Molanî ya 25 salî ku ji bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di 17’ê Adarê de, di bombebarana taxa Zeferanî ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha êrîşa DYE-Îsraîlê ya li ser avahiyek niştecihbûnê taxa Zeferanî bû ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb hedef girt û di encamê de çend malên welatiyan hilweşiyan û tê de gelek sivîl, di nav de jina ciwan Berîvan Molanî jî, jiyana xwe ji dest da..
Her wisa jina binavê Soma Selîmî, psîkolog û perwerdekara zarokên otîstîk ji Bokanê, di bombebarana Meydana Risalatê ya Tehranê de ji di encama bombebarana balafirên şer yên Emerîkî û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.