Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), îro di daxuyaniya xwe de bang li Kuweytê kir ku rojnamevanê navneteweyî Ahmed Şihab-Eldin tavilê were berdan.
Rojnamevanê Amerîkî yê bi eslê xwe Kuweytî Şihab-Eldin, di 3yê Adarê de dema ku ji bo serdaneke kurt li welêt bû, hatibû binçavkirin.
Di daxuyaniya CPJê de hat diyarkirin ku rayedaran Şihab-Eldin bi hincetên wekî "belavkirina agahiyên nerast, zirardana li ewlehiya neteweyî û xirab bikaranîna telefona mobîl" tawanbar dikin. CPJ’ê destnîşan kir ku ev sûcdarî hincetên nediyar û zêde berfireh in ku pir caran ji bo bêdengkirina rojnamevanên serbixwe tên bikaranîn.
Şihab-Eldin, dîmenên têkildarî ketina balafireke hêzên hewayî ya DYA’yê li herêma El Jahra ya li rojavayê Kuweytê weşandibûn.
CPJ’ê bal kişand ser wê yekê ku binçavkirina Şihab-Eldin di demeke wiha de pêk hat ku di pêvajoya şerê DYA û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, li welatên Kendavê sansura li ser çapemeniyê her ku diçe tundtir dibe.