Donald Trump got ku ger Îran êrîşên xwe yên li ser Qeterê bidomîne, navenda gaza xwezayî ya South Pars a li Îranê dê bibe hedef.
Trump diyar kir ku ger Îran êrîşî Qeterê bike, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê pir tund bersiv bide. Trump, her wiha got ku ger hewce bike ev operasyon dikare bêyî erêkirina Îsraîlê jî were kirin.
Trump her wiha piştrast kir ku êrîşa herî dawî ya li ser navenda South Parsê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye pêkanîn û îdîa kir ku haya Washingtonê berê ji vê operosyonê nebû.
LI TESÎSA GAZÊ YA MEZIN A LI QETERÊ ZIRAREK MEZIN ÇÊBÛ
Îranê, li dijî êrîşan bi hedefgirtina tesîsa LNG ya Ras Laffan a li Qeterê bersiv da. Qatar Energy, da zanîn ku ji ber êrîşê zirareke cidî gihiştiye tesîsê.
Hat ragihandin ku, agir zû hatiye kontrolkirin û di êrîşê de ti qurbanî çênebûne.
ÎRAN BERTEK NÎŞANÎ MACRON DA: DERENG Û BIJARTE
Wezîrê Karûbarên Dereve yê Îranê Abbas Arakçî, daxuyaniyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir. Arakçî, da xuyakirin Macron êrîşên Îsraîl û DYE yên li ser Îranê şermezar nekir, lê tenê piştî bersivdayîna Îranê daxuyaniyek da.
Lê Macron, di banga xwe ya moratoryumê de daxwaza rawestandina êrîşên li ser binesaziya enerjiyê kiribû.
BINESAZIYÊN ENERJIYÊ DI HEDEFÊ DE NE
Êrîşên li ser tesîsên enerjiyê li Îranê zêde dibin. Girava Harg, ku bazarek mezin a hinardekirina petrola Îranê ye, tê ragihandin ku bûye hedefa êrîşên DYE. Lê Îranê ragihand ku hinardekirin wekî berê didome.
Di heman demê de, li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî rafineriya Ruwais û li Erebistana Siûdî jî tesîsa Ras Tanura jî di bin gefa êrîşê de ne.
JI EREBÎSTANA SIÛDÎ ÎŞARETA ‘BERSIVA LEŞKERÎ’
Wezîrê Karûbarên Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Ferhan, da zanîn ku welatê wî mafê bersivdayîna leşkerî li hember êrîşên Îran veşartî digire.
JI KOMA IRAQÊ ÎŞARETA AGIRBESTA DEMKÎ
Ketaîb Hizbullah ku alîgirê Îranê ye, ragihand ku ger hin şert û merc bên bicîhanîn, ew dikarin êrîşên li ser sefîreya DYE li Bexdayê ji bo pênc rojan rawestînin.
Di nav van şert û mercan de rawestandina êrîşên Îsraîlê û koçberkirina bi darê zorê li başûrê Beyrûtê heye. Her wiha wan diyar kir ku divê deverên niştecihbûnê yên li Bexdayê û bajarên din neyên bombebarankirin.
JI QETERÊ GAVÊ DÎPLOMATÎK
Rêveberiya Qeterê, piştî êrîşên Îranê karbidestên leşkerî û ewlekariyê yên li sefîreya Îranê li Dohayê wekî 'kesê ku nayê xwestin’ îlan kir û ji wan xwest ku di nav 24 demjimêran de welat biterikînin.
BIHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ
Pêşketinên vê dawiyê bandor li bazarên enerjiyê yên cîhanê jî kir. Bihayê bermîla petrola xav a Brent li Asyayê ji sedî 5 zêdetir bû û 112 dolarî derbas kir. Her wiha petrola WTI ya DYE jî biha bû.